Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hişyarî Dide Welatên Kendavê ku Qada Xwe ya Esmanî ji Îsraîlê re Venekin


Karbidestekî payebilind yê Îranî got ku Tehranê ji welatên Ereb yên Kendavê re gotîye ku ew qebûl nakin Îsraîl di êrîşeke dijî Îranê qada wan ya esmanî bi kar bîne û hişyarî daye wan ku ewê bersîvdana pêngaveke wiha bide.

Ev daxuyanî di vê demê de tê ku girjîya li herêmê zêde dibe û bendawarîyeke tolhildanî ya Îsraîlê ya dijî êrîşa muşekî ya Îranê ya hefteya borî xurttir dibe.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro Çarşemê jibo danûstandinan serdana Erebistana Saudî û Qatar jî di nav de welatên din yên Kendavê dike.

Danûstandinên navbera Îran û dewletên Kendavê hefteya borî li kêleka konferansa Asya ya li Qatarê destpê kiribû û dewletên Kendavê ragihandibû ku di krîza Îran û Îsraîlê de bêalî ne.

Rêvebirê payebilind yê Îranê wiha got ku wan di danûstandinan de bal kişand ser yekhelwestîya herêmî ya dijî Îsraîlê û girîngîya misogerkirina aramîyê.

Dîplomatekî Rojavayî li Kendavê got ku di civîna roja Pêncşemê ya navbera welatên Kendavê û Îranê ya li Doha de, Tehranê hember îhtîmala êrîşeke Îsraîlê ya dijî Îranê de daxwaza yekrêzîya herêmî kirîye û nerazîbûna xwe bi bêalîbûna welatên Kendavê dîyar kirîye.

Heman dîplomat got ku Îran bi zelalî dîyar kirîye ku ewê hember êrîşeke Îsraîlê ya dijî Îranê de, kiryarên her yek ji welatên Kendav ji nêzve bişopînin û herwiha bala xwe bidin ku bingehên Amerîkî yên li wan welatan çawa hatine xebitandin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Bahreyn, Kuweyt, Qatar, Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî leşker û kargehên leşkerî yên Amerîkî hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG