Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyek li Tengava Hormuzê Hate Armanckirin

Ajansa Operasyonên Bazirganîya Deryayî ya Brîtanî piştrast kir ku îro Şemîyê êrîşek li ser keştîyeke bazirganî li Tengava Hormuzê hate kirin.

Ajansa çavdêrîya keştîvanîyê ya hikûmeta Brîtanî ragihand ku metirsîyên li Tengava Hormuzê gihîştine astên “berçav.” Wê ji keştîyan xwest ku bi baldarî di rêya avê de tevgerê bikin.

Ajansa Brîtanî diyar kir ku keştîya “Master of Tanker” di êrîşê de ziyan dîtin, lê tevahîya karmend elwe ne.

Asta metirsîya li wan avan ji roja Pêncşemê ve zêde bûye, piştî ku Îranê bi çar dronan êrîşî keştîyeke bazirganî ya bi ala Singapûrê kir.

Wekî bersiv, Amerîka do Înê li nêzîkî Tengava Hormuzê hêzên Îranê bi çend êrîşên esmanî kirin armanc, piştî ku Behreynê got ku Îranê roja Şemîyê bi dronekê êrîş kirîye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG