Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Welatiyekê Swêdî Sêdare Dike

Di vê wêneyê de ku di 25ê Cotmeha 2022an de ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Mizan ve hatiye belavkirin, Faracollah Cha'ab ku hemwelatiyê dualî yê Îranî-Swêdî ye, gihîşte salona dadgehê li Tehrana Îranê.
Di vê wêneyê de ku di 25ê Cotmeha 2022an de ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Mizan ve hatiye belavkirin, Faracollah Cha'ab ku hemwelatiyê dualî yê Îranî-Swêdî ye, gihîşte salona dadgehê li Tehrana Îranê.

Îranê îro Şemiyê welatiyekî Îranî Swêdî sêdare da bi tometa plansazkirina êrîşa sala 2018an li ser merasîmeke leşkerî ku herî kêm 25 kes kuştin

Wezareta Derve ya Swêdê ragihand ku wan gazî cîgirê balyozê Îranê kiriye û nerazîbona xwe diyar kir ji bo sêdare dana Habîb Farajollah Chaab, ku wê sêdaredana wî li serê sibê piştrast kir.

Îranê ew di sala 2022an de bi tawana rêberiya Tevgera Têkoşîna Erebî ji bo Rizgarkirina Ehwazê, ya ku li dewletek cuda li parêzgeha Xuzistana dewlemend a petrolê li başûrê rojavayê Îranê digere, û plankirin û pêkanîna "gelek teqîn û operasyonên terorîstî" derxist pêşberî dadgehê.

Chaab yê 48 salî yê ku bi navê Hebîb Asyoudî tê nasîn, Îranê di sala 2020an de got ku hêzên wê yên ewlehiyê Çaab li cîranê Tirkiyê binçav kirin û ew birin Tehranê, bêyî ku hûrgiliyên girtina wî bide.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom bi xem derbirîn ji vê kiryara Îranê kir û got ku Swêdê ji Îranê xwestibû ku vê sêdaredanê pêk neyne.

Herwiha wî got "Sêdaredan sizayekê nemirovane û vegerandin jêrê tineye û Swêd, ligel hemû welatên Yekîtiya Ewropayê ye di bin her şert û mercî de sepandina wê şermizar dike."

Swêd dilgiraniya xwe li ser dosyeya Chaab anîbû ziman, û peywendiyên xwe bi Îranê re jî ji ber cezayê heta hetayî yê dadgeha Swêdî ji bo karbidestekî berê yê Îranî bi tawana beşdariya di sêdaredana bi komî ya girtiyên siyasî di sala 1988an de li Komara Islamî ya Îranê xirab kiribûn.

Îranê Têkiliyên aloz bi kêmîneyên xwe yên etnîkî re, ku Ereb, Kurd, Azerî û Belûç jî di nav de ne, hene û wan bi hevrêziya bi welatên cîran re tawanbar dike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG