Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundrewên Îranê li Tehranê Hemî Kursiyên Parlemanê Bidest Dixin


Wezareta navxweyî ya Îranê encamên 42.57% yên hilbijartinên parlemanî yên welêt ragihandin û bo yekem car ji dema şoreşa Îslamî ya sala 1979an ve, beşdarbûna xelkê di bin 50% de ye.

Tuyndrewên Îranê tevahiya 30 kursiyên Tehrana paytext bidest xistin, li gor tilfizyona dewletê ku îro Yekşemê ragihand, lê hîn berpoirsan encamên seranserî welêt ranegihandine.

Tilfizyonê got şaredarê berê yê Tehranê Mihemed Baqir Qalibaf, ku rikberê herî mezin serokatiya parlemanê bû, di serê lîstê de ye li gel 1.2 milyon deng.

Dengderan bijarên sînordar hebûn di hilbijartinên roja Înê de, di demekê de ku bêhtirî 7,000 kandîd nehatin pejirandin. Piraniya wan reformxwaz û nermerê bûn, di nav de jî 90 parlemanterên berê ku dixwestin careke din bibin endam parleman.

Berpirsan hîn hejmara dengderêbn beşdar ranegihandiye, ku kêmbûna wê dê nîşaneka nerazîbûna xelkê be ji desthilat û sîstemê.

Hêjayî gotinê ku hilbijartinên parlemanî yên Îranê bûn di demekê de ku welat rastî kirîzeke abûrî dibe û di van çend rojên borî de jî vayrusa korona li wir belav bûye.

XS
SM
MD
LG