Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ewê bi Budceyeke Nû li Beramber Cezayên Amerîka Rawestin


Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Yekşemê got wê welatê wî sala bê kêmtir pala xwe bide ser dahatên niftê, di çarçoweya budceyeke nû de ku dê li beramber cezayên abûrî yên Amerîka raweste.

Serok Hesen Rûhanî ji parlemanê re got:

“Ev budce nameyekê ji cîhanê re dişîne ku tevî cezayan em dikarin welatê xwe birêve bibin.”

Wî got budceya pêşniyazkirî wê li beramber fişara herî mezin a Amerîka raweste.

Rûhanê her wiha got dê Îran sûdê ji qerzeke Rûsî bi nirxa 5 milyar dolar wergire ku niha êdî li ber îmzekirinê ye.

Îran li ber kirîzeke abûrî ye, piştî sepandina hin cezayên din ên Amerîka.

Serkirdeyê Îranê got dê Amerîka û Îsraîlê “bêhêvî” bimînin, herçendî ku hewil didin Îranê bi riya cezayan lawaz bikin.

XS
SM
MD
LG