Medyaya Îranî roja Şemîyê ragihand ku li hember hejmareke zêde ya jinan ku qanûna cilûbergan ya îslamî binpê dikin, serokê dadwerîya Îranê gefa dadgehkirina jinên "bê hîcab" xwar ku li cihên giştî bê hîcab in.
Hişyariya Gholamhossein Mohseni Ejeyî piştî daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya roja Pêncşemê tê ku qanûna hicabê ya neçarî ya hikûmetê bihêz kir. Axaftina Ejeyî ji aliyê çend malperên nûçeyan ve hat ragihandin ku gotiye, "bikarneanîna hîcabê tê wateya dijminatiya bi nirxên (me) re." Kesên " ku kiryarên wiha ne asayî dikin dê werin cezakirin, û dê bê rehm bên dadgehkirin".
Ejeyî got efserên cîbicîkirina yasayê "neçar in ku tawanên eşkere û her cûre kiryarên ne asayî ku li dijî qanûna olî ne û li ber çavan diqewimin, ji rayedarên dadwerî re ragihînin".
Hejmareke zêde ya jinên Îranî piştî mirina jina Kurd a 22 salî Jîna Amînî ku di Îlona borî de di bin çavdêriya polîsên exlaqî de, hîcabên xwe diavêjin.
Hêzên hikûmetê bi tundî serhildana ku bi mehan li seranserî welêt derketibû, şikand. Lê tevî metirsiya girtinê ji ber binpêkirina koda cilûbergan ya neçarî, jin bi berfirehî li navend, xwaringeh, dikan û kolanên li çaraliyê welêt têne xuyang kirin. Vîdeoyên jinên bê hîcab ên li hemberî polîsên exlaqî li ber xwe didin, li ser medyaya civakî belav bûn.
Li gorî qanûna şerîeta Îslamî ya Îranê, ku piştî şoreşa 1979an hat sepandin, jin neçar in ku porê xwe veşêrin û cilên dirêj û berbelav li xwe bikin da ku bedena xwe veşêrin. Binpêker bi cezayê pereyan an jî girtinê re rû bi rû mane.
Di daxuyaniya roja Pêncşemê ya Wezareta Navxweyî de bi wesifkirina hîcabê wekî “yek ji bingehên şaristanî yên neteweya Îranê” û “yek ji prensîbên pratîkî yên Komara Îslamî ya Îranê” hat gotin ku tu “paşveçûn û lêborîn” li ser vê mijarê nbe.
Her wiha bang li welatiyên asayî kir ku bi jinên bê hîcab re rû bi rû bibin. Di dehan salên borî de rênimayên bi vî rengî wêrekî da tundrewan êrîşî jinan bikin bêyî ji cezakirinê.
Çavkanî: Reuters