Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlementarekî Îranê Behsa Nakokîyên di Nav Sazîyên Rejîmê de ser Hormuzê Dike

Endamekî parlemana Îranê ragihand ku Wezareta Derve ya Îranê bi awayekî bingehîn li dijî siyaseta niha ya hikûmetê ye derbarê girtina Tengava Hormuzê.

Meysem Zohorîyan, Endamê Komîteya Aborî li Parlemana Îranê, di hevpeyvînekê de ligel malpera “Nod Îqtisadî” li ser biryara Komara Îslamî ya girtina Tengava Hormuzê got: “Di nav hêzên siyasî de dibe ku xwestekeke bihêz nebe bo parastina şiyanên Îranê, nemaze di sazîyên mîna wezareta derve de, ku dibe bi bingehîn ne ligel siyaseta niha ya hikûmeta Îranê derbarê girtina Tengava Hormuzê ye.”

Berî niha, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi berdewamî behsa nakokîyên di navbera rêberên Îranê de li ser rêkeftina ligel Washingtonê dikir.

Trump dibêje “Rêberên Îranê neman, ew [Îran] peymanekê çêdikin û dû re wê têk dibin, paşê peymaneke din çêdikin û dîsa wê têk dibin.”

Zohorîyan di wê hevpeyvînê de got: “Heta berî şer jî, hin kesan guman li ser girinîya jeopolîtîk a Tengava Hormuzê hebûn û bawer dikir ku ew nikare bi tevahî were bikar anîn.”

Di beşeke din ya daxuyanîya xwe de, Zohorîyan diyar kir ku "Wan digot girtina Tengava Hormuzê nabe ji ber ku ewê ji bo me xirab be û ji bo Amerîkayê sûdmend be.”

Wezareta Derve ya Îranê bersiva daxuyanîyên parlamenter nedaye, lê çend demjimêran şûnda, hêzên pasdarên Îranê di daxuyanîyekê de tekez kir ku Tengava Hormuzê hîn jî di bin kontrola wan de ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG