Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Welat Kiryarên Îranê li Tengava Hormuzê Şermezar Dikin

Heft welatan îro Şemîyê bi daxuyanîyekê êrîşên rejîma Îranê li ser keştîyên bazirganî û sazîyên sivîl li Kendavê şermezar kirin.

Welatên ku daxuyanîya hevbeş belav kirine ev in: Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (Îmarat), Behreyn, Brîtanya, Fransa, Almanya, Swêd û Austuralya.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ev kiryarên Îranê wekî "girtina rasterast û defakto ya Tengava Hormuzê tê dîtin" û bang kir ku demûdest gefên mayînan û êrîşên dron û mûşekan bên rawestandin.

Her heft welatan tekez kir ku ev çalakî qanûna navneteweyî binpê dikin û piştgirîya xwe ya ji bo azadîya veguhestina deryayî dubare kir.

Di dawîyê de, van welatan amadebûna xwe ji bo piştgirtina hewldanên ji bo misogerkirina derbasbûna asayî di Tengava Hormuzê de nîşan da. Daxuyanîyê herwiha pêşwazî li tevgera Ajansa Enerjîyê ya Navneteweyî (IAEA) kir ku neftê ji depoyên stratejîk peyda bike da ku bazarên enerjîyê aram bike.

XS
SM
MD
LG