Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand, ku rêveberiya Serok Trump hîn jî ligel çareseriya dîplomasî ye ji bo bidawîanîna alozîyên ligel Îranê, lê ger rejîma Îranê alîkariyê red bike, wê demê Amerîka bixwe dê berdewam bibe li ser dabînkirina herikîna petrolê û kelûpelan di Tengava Hormuz re.
Wright roja Yekşemê 19'ê tîrmehê ji kanala "ABC News" re ragihand, ku Amerîkayê ji bo heyama çar heta şeş hefteyan plansaziya operasyoneke leşkerî li herêmê kiribû, û di encamê de operasyonê zêdetirî pênc hefteyan dirêj kêşa.
Wright her wiha got ku Amerîkayê di nîvê vê pêvajoyê de operasyon rawestand, daku derfetek hebe ji bo ku bi Îranê re bigihin rêkeftinekê.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, dîsan got ku armanca vê rawestanê ew bû ku her du alî bigihin rêkeftinekê ku li gora wê, hinardekirina neftê bêyî êrîşên Îranê di Tengava Hormuz re berdewam bibe.
Wright her wiha got, lê Îran ti hez û xwstek ji bo rêkeftineke weha nîşan nedaye, ji ber wê jî Washingtonê rêbaza xwe guhertiye.
Wright zelal kir ku stratejiya niha ya Amerîkayê ew e ku petrol, gaz û kelûpelên din di Tengava Hormuz re veguhêze, her çend bêyî alîkariya Îranê bibe jî.
Li gor Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, rêveberî li ser lawazkirina şiyanên leşkerî yên Îranê berdewam bûye, lê Serok Trump hîn jî dixwaze bi rêya rêkeftineke aştiyane dawî li krîzê bîne.
Wright tekez kir ku rêkeftineke weha pêwîstî bi alîkariya her du aliyan heye, û ger Îran amade be ji bo vê rêkeftinê, dikare di rêya dîplomatîk re dawî li krîzê bê anîn.
Di dawiyê de got ku eger na, Amerîka dê gavên pêwîst bavêje da ku derbasbûna berdewam a keştî û bazirganiyê bi rêya Tengava Hormuzê re misoger bibe, heta bêyî alîkariya Îranê jî.