Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê ragihand ku firokhilgira USS George H.W. Bush (CVN 77) di tevgereke bihêz de, ligel keştîyên şer, firokên cengê û yekîneyên cengawer ên Amerîkayê, dorpêça li dijî Îranê bicîh tînin.
CENTCOM li ser platforma X'ê da zanîn ku "Heta niha, arasteya 52 keştîyên bazirganî a ketin û derketina ji benderên Îranê hatine guharenadin û pabendî fermanên dorpêçê bûne."
Di daxuyanîyeke din de, CENTCOM'ê got ku hêzên Amerîkayê îro Çarşemê li Kendava Omanê pîvanên cîbicîkirina dorpêçê pêk anîn û rê li ber tankerke ku petrolê Îranî bar dikir girt.
CENTCOM ragihand ku wê tankera ku ala Îranê bilind dikir, hewl dida ku ber bi bendereke Îranî ve biçe.
Serok Donald trump Trump derbarê dorpêça hêzên Amerîkayê ya ser benderên Îranê roja Sêşemê got ku "dorpêç baş birêve diçe," û diyar kir ku "Projeya Azadîyê," demkî tê ragirtin heta ku peymanek bi Îranê re were îmze kirin.