Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salekê de Bêtirî 4,000 Kes li Îranê Hatine Girtin

Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku di dema salekê de bêtirî 4,000 kes li Îranê ji alîyê hêzên ewlekarîya rejîmê ve hatine girtin.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) îro Çarşemê ragihand ku di navbera 29'ê Adarê 2025 û 19'ê Nîsanê 2026 de herî kêm 4,023 welatî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine girtin.

HRANA ragihand ku ji destpêka şer û pevçûnên leşkerî yên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, prosesa biryardan û cîbicîkirina cezayên darvekirinê di dozên siyasî û ewlehîyê de zêde bûye û heta niha 37 welatî hatine darvekirin.

Li gor raportê, hevdem ligel şerê di navbera Amerîka, Îsrael û Îranê de, rejîma Tehranê rewşa ewlekarîyê li welêt tundtir kiriye.

Raportê diyar kir ku di vê heyamê de, girtin û tawanbarkirinên welatîyan bi “sîxurî” û “kiryarên li dijî ewlekarîya neteweyî” zêde bûne.

HRANA da zanîn li Îranê astengkirinên berfireh li ser azadîyan û givaştinên ewlekarî zêde bûne.

Raportê herwiha nîşan da ku piranîya van dozên li dijî girtîyan bi tawana peywendî û hevkarîyan ligel ajansên ragihandinê yên biyanî hatine vekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG