Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî(IAEA), Rafael Grossi, hişyarî da ku eger danûstandinên di navbera Îran û Amerîka de bisernekevin, bikaranîna hêzê dikare bibe bijareyek.
Grossi ji kanala RTVC Noticias a Kolumbyayî re got ku piştî şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîl de, ajans hîn nikare vekolînên embar û depoyên uranyûma dewlemendkirî ji nû ve destpê bike. Li gor wî, nebûna çavdêrîyê nezelalîyê zêde dike û ev jî dikare bibe sedema biryareke girîng.
Berpirsê rêxistina navnetewî diyar kir ku hêmanên pêwîst ji bo gihîştina rêkeftinekê li ser bernameya navokî ya Îranê li ser maseyê ne û gihîştina wê “nemumkin tuneye.” Wî got, divê krîz bi rêya dîplomasîyê were çareserkirin da ku pêşî li zêdekirina girjîyê were girtin.
Grossi tekez kir ku nebûna çavdêrîya IAEA nayê wateya hebûna çekên navokî, lê kêmbûna nezelalîya ji alîyê Îranê ve û nebûna hurgilî û radestnekirina datayan metirsîya biryarên girîng zêde dike.
Tê çaverêkirin ku Grossi beşdarî danûstandinên li Ginevê bibe. Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî û nûnerên Amerîkî, di nav wan de Steve Witkoff, bi navbeynkarîya Omanê beşdarî danûstandinan dibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî berê hişyarî dabû ku eger Tehran rêkeftinê qebûl neke, dê encamên giran bibîne.
Serok Trump di gotara xwe ya salane roja Sêşemê de bal kişand ser serderîya rejîma Îranê û wî got "Heza min ew e ku ev pirsgirêk bi rêya dîplomasîyê çareser bibe. Lê tiştek diyar e, ezê qet rê nedim mezintirîn piştgira terorê li cîhanê ku çekên navokî hebe. Ez nikarim rê bidim ku ev yek pêk were."