Navenda medyayê ya Dadwerî ya Îranê ragihand ku Mehdî Ferîd, girtiyekî ku bi sîxurîyê tê tawanbarkirin, îro Çarşemê hat darvekirin.
Ferîd, ku berpirsekî berê yê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê bû, bi tawanên "Fesada li ser erdê bi rêya hevkariya ligel Îsraîlê" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.
Li gor raporteke ajansa Mizan, piştî ku cezayê wî ji alîyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, Ferîd di sibeha roja Çarşemê, 22'ê Nîsanê, de hat darvekirin.
Rêxistina HRANA li gor Navenda medyayê ya Dadwerîyê îdîa dike ku Ferîd ji alîyê karbidestên Îranê ve wekî "efserê Mosadê" hat binavkirin. Di raportê de tê îdîakirin ku piştî têkilîya destpêkê bi rêya nameyên elektronî, ew hêdî hêdî ketiye nav hevkarîya îstîxbaratê û agahdarî li ser avahîyên rêxistinî, binesazîyê û hûrgulîyên derbarê karmendan eşeker kirine.
HRANA dibêje Ferîd, ku li bajarê Erak ji dayîk bûye, nêzîkî 55 salî bû. Ew di zivistana 2023’an de hate girtin. Di darizandina destpêkê de, ew bi 10 sal cezayê girtîgehê û vegerandina milkê hatibû cezakirin. Lê belê, piştî pêdaçûna dozger, doz ket qonaxeke nû û dadgeheke Tehranê bi tawana hevkarîya bi Îsraîlê re cezayê darvekirinê lê birî.
Hêjayî gotinê ye ku piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, ku di 28'ê Sibata 2026’an de destpê kir, darvekirina girtîyên bi tawanên ewlehiya siyasî bileztir bûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê di peyamekê de li ser platforma Truth Social bang li rêberên Îranê kir ku wan jinan azad bike ewên ku bi sizayê sêdaredanê hatine cezakirin.