Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Îranê Xortekî Din ê Kurd Sêdare Dike

Mîhrab Ebdullazade
Mîhrab Ebdullazade

Mîhrab Ebdullazade, ciwanekî Kurd ê 27 salî ku di xwepêşandanên tevgera; Jin, Jiyan, Azadî de hatibû girtin, roja Yekşemê ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin.

Berê di tomareke dengî de, wî hemû tohmetên li dijî wî red kirin û got ku ew rastî îşkenceyê hatiye û zext lê hatiye kirin da ku bi darê zorê îfade li ser xwe bide û îtîraf bike. "Ew dizanin û Xwedê jî dizane ku ez bêguneh im," wî got.

Li gorî rêxistina mafên mirov Hengaw'ê, darvekirina Mîhrab roja Yekşemê, 3'ê Gulanê, li Girtîgeha Navendî ya Ormîyê bi dizî hatiye encamdan û sazîya dadwerîyê ya dewletê paşî darvekirin piştrast kiriye.

Berê, şaxa yekem a Dadgeha Şoreşê ya Ormîyê, bi serokatiya Dadwer Necefzade, bi hejmarek sûcan di nav de (Bexî) û (Belavkirina gendelîyê li ser erdê) di doza kuştina yek ji hêzên hikûmetê yê bi navê Ebas Fatîme Ebas di xwepêşandanên 2022an de di dema kuştina Jîna Emînî de bi tohmeta xiyanet û gendelîya li ser erdê cezayê darvekirinê lê hatbû birîn, û cezayê mirinê li dijî wî hat bicianîn.

Di peyameke dengî de ku berî darvekirina wî hat weşandin, Mîhrab Ebdullazade Kurdbûna xwe weke "sûcê yekem" bi nav kir û got ku di dema girtinê de ji mirovan dihat pirsîn, "Tu Kurd î an Tirk î?" û vê yekê bandora xwe li ser rewşa ewlehîyê ya girtîyan hebû. Ebdullazade bang li gelê Kurd û rêxistinên mafên mirovan kiribû ku bibin dengê wî û rê nedin ku bi neheqî "benê sêdarê" bixin stûyê wî.

Wî herwiha got ku malbata gilîkar çend caran bi devkî amadebûna xwe ya lêxweşbûnê nîşan daye, lê di bin zexta artêşa Ormîyê de "li pişt perdê" ev yek hatiye astengkirin. Wî her wiha îdî'a kiribû ku li dijî wî ti delîl, fîlm an wêne tune ne, lê doz li dijî wî hatiye amadekirin ji ber ku "tawanbarê sereke reviyaye".

Ji hefteya borî ve her roj li Îranê kesek tê darvekirin. Roja Şemîyê, du ciwanên din, girtîyekî siyasî yê Kurd bi navê Nasir Bekirzade û zilamekî olî yê Yarsan ê Tirk bi navê Yeqûb Kerîmpûr, ku herdu bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" hatin darvekirin.

Li gorî Hengaw, 7 Kurdên din niha di metirsîya cidî ya darvekirinê de ne li Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG