Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmarat Êrîşa Ser Keştîyeke ADNOC'ê li Tengava Hormuz Şermezar Dike

Navenda ADNOC li Abu Dhabi
Navenda ADNOC li Abu Dhabi

Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî(Îmarat) êrîşa Îranê ya li ser tankereke petrolê ya niştimanî ya ADNOCê, ku roja Duşemê bi êrîşa du dronan di Tengava Hormuzê de hatbû aramncgiritn, bi tundî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Îmarat diyar kir ku di êrîşa li ser keştiyê de "ti ziyan çênebûne."

Enwer Gergaş Şêwirmendê Dîplomasî yê Serokê Îmaratê di hesaba xwe ya Xê de temamîya daxuyanîya şermezarkirina ser keştîyê weşand û dibêje "Êrîşkarîya Îranê bênavber berdewam dike, bi kiryarên çetetîya deryayî ku tankereke neteweyî ya girêdayî ADNOC'ê aramnc girtin dema ku ew di Tengava Hormuzê re derbas dibû."

Wezaretê di daxuyanîya xwe de diyar kir û got "Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya Biryara 2817 a Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, ku tekez li ser azadîya navîgasyonê dike û armancgirtina keştîyên bazirganî an jî astengkirina rêyên deryayî yên navneteweyî red dike."

Îmaratê di daxuyanîyê de got jî "armanckirina keştîyên bazirganî û bikaranîna Tengava Hormuzê wekî alavek zext an jî rêgirîyeke aborî tê naskirin û kiryarên çetetîyê ji alîyê Spaya Pasdarên Îranê ve pêk tîne û dibe gef li ser aramîya herêmê û gelê wê, û her weha li ser ewlehîya enerjîya cîhanî jî."

ADNOC, kompanîya niştîmanî ya Ebû Zebî ya petrolê ye li Îmaratê, ku berpirse ji hemû sektorê petrolê li welêt û weke stûna sereke ya aboîya Îmaratê tê dîtin.

Ji hejî gotinê ye ku medya îranê îdî'a kiribû ku wan li keştîyeke cengê ya Amerîkî xistîye, lê CENTCOM'ê derhal îdî'a medya Îranê û a Spaya Pasdarn red kir û da zanîn ku ti keştîyeke wan rastî ti êrîşan nehatîye û hêzên wan li avên deryayî, li tengava Hormuzê dorpêça ser benderên Îranê didomîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG