Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran bi Mûşek û Dronan Êrîşî Îmaratê Dike

Beşek ji Bendera Fuceyre
Beşek ji Bendera Fuceyre

Wezareta Berevanîya Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) îro Duşemê ragihand ku Îranê êrîşî wan kirîye.

Wezaretê li ser platforma X’ê got, “Çar mûşekên ku ji Îranê hatibûn avêtin, ber bi herêmên cuda yên welat ve hatin dîtin. Sê ji wan li ser avên welat hatin pûçkirin, yek jî ket nava deryayê.”

Wezareta Berevanîyê diyar kir ku ew dengên li deverên welat hatine bihîstin, dengên sîstema berevanîya esmanî ne ku li dijî gefan dixebitin.

Wezaretê ji xelkê daxwaz kir ku agahîyan tenê ji cihên fermî bişopînin û dema peyamên hişyarîyê hatin, ji bo parastina xwe guh bidin hişyarîyan.

Di heman demê de, berpirsên welêt gotin ku herêma pîşesaziya petrolê ya Fuceyrayê li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî roja Duşemê piştî êrîşeke dronê agir pêket.

Ofîsa rojanemagerîyê ya herêma Fuceyrayê di daxuyanîyekê de got ku tîmên berevanîya sivîl bilez ji bo kontrolkirina agir şandin cihê bûyerê. Li gorî agahîyan, sê welatîyên Hindî bi birînên sivik rakirine nexweşxaneyê.

Îranê hîn li ser êrîşan ti daxuyanîyek nedaye.

Fuceyra benderek mezin e, boriyên petrolê û navendên petrolê hene ku dihêle Îmarat petrola xwe bêyî ku hewce bike ji Tengava Hormuz derbas bike, rasterast dişîne bazarên cîhanî.

Ev êrîş çend hefteyan piştî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê ya di 8’ê Nîsanê de pêk hatin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG