Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmaratê Hemî Têkilyên Aborî yên bi Îranê re Rawestandin

Arşîv: Abu Dhabi Skyline
Arşîv: Abu Dhabi Skyline

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat)ê ragihand ku hemû danûstendinên darayî, bazirganî û aborî bi Îranê re heta demekî hatine rawestandin.

Li gor Reutersê, Abu Dabî ev biryar da piştî ku tengezariya leşkerî ya ji aliyê Tehranê ve û gefa êrîşên mûşekên balîstîk ên Îranê zêde bûyî.

Wezareta Berevanî ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî got ku du mûşekên balîstîk ên ji Îranê hatine avêtin ku ketine ava herêmî hatine destnîşankirin.

Li gorî rayedarên Îmaratê, ew mûşekên Îranî dikaribûn trafîka deryayî aramnc bigirin, lê her du mûşek ketine di nava deryayê de. Ev bûyer yekem gefa cidî ya piştî êrîşa 4ê Gulanê ye, ku li ser bendera Fujeyreh pêkhat bû.

Îmaratê, piştî bûyerê ji niştecihan re hişyariya telefonê şand û paşê ragihand ku rewş ewle ye û her kes dikare çalakiyên xwe yên asayî bidomîne.

Tevî rawestandina têkiliyên bazirganî û darayî, rayedarên Îmaratê dibêjin ku zêdebarî girjîyên ku Îran li herêmê derdixe, lê ew piştgirî didin danûstandinan jî.

Wezareta Derve ya Îmaratê, got ku Abu Dabî dixwaze aşitî, aramî û pêşketin li herêmê pêş bikevin.

Dubey, ku navenda bazirganî ya Îmaratê ye, ji bo aboriya Îranê yek ji girîngtirîn dergehên aborîyê ye. Ji ber vê yekê, rawestandina danûstendinên darayî dikare bandorek girîng li ser bazirganiya her du aliyan bike, bi taybet li ser Îranê ji ber ku ew niha li jêr dorpêça hêzên Amerîkayê de ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG