Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûye Du Meh ku Welatîyên Îranê ji Înternetê Bêpar in

Rêxistina çavdêrîya înternetê ya cîhanê NetBlocks îro Sêşemê ragihand ku ev du meh in înternet li seranserê Îranê hatîye qutkirin.

Netblocks got ku qutbûna înternetê ya li Îranê ketîye roja 60’emîn. Ev yek tê wê wateyê ku ev bûye 1,416 demjimêr ku welatîyên Îranê bi giştî ji cîhana derve hatine qutkirin.

Ji ber krîza aborî ya ku piştî qutbûna înternetê derketîye, êdî niha rejîma Îranê destûr daye ku tenê hin karsazî înternetê bi awayekî sînordar bikar bînin.

Birîna înternetê gelek karsazî xistîye tengasîyê û fikar hene ku xelk bêkar bimînin. Bi taybetî rewşa kesên serbixwe û dikanên biçûk ên ku karê xwe ser înternetê dikin, pir xerab e.

Piştî operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma Îranê, înternet bi tevahî hat qutkirin. Ev qutbûn di 28'ê Sibatê de destpê kir û bûye dirêjtirîn qutbûna înternetê di dîrokê de.

This item is part of
XS
SM
MD
LG