Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qutbûna Înternetê li Îranê Didome

Ev bûye 144 demjimêr ku înternet li seranserê Îranê hatiye birîn li demekê ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ketiye roja şeşan.

Rêxistina çavdêrîya înternetê Netblocks îro Înê ragihand ku tarîtîya dîjîtal li Îranê ji destpêka şer ve berdewam dike.

Li gor raporteke wê rêxistinê, rêjeya peydabûna înternetê li Îranê tenê yek ji sedî di 144 demjimêrên dawî de ye.

Netblocks herwiha diyar kir ku rejîma Îranê bi rîya dezgehên xwe yên ragihandinê ajendeya xwe li hundir û derveyî Îranê bi berdewamî belav dike.

Birîna Înternetê û astengkirina alavên peywendîyê li ser welatîyan hergav yekem gava desthilatdarên rejîma Îranê bûye çi li dema xwepêşandanan an jî di rewşên awarte de.

Di dema tepeserkirina xwepêşandanên meha Rêbendanê de, xizmeta înternetê bi tevahî ji ser welatîyên Îranê hatibû birîn. Herwiha, gelek alavên din ên peywendîyê wekî telefon û şandina peyaman bi demeke berçav hatibûn astengkirin.

XS
SM
MD
LG