Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birîna Înternetê li Îranê Dikeve Hefteya Sêyem

NetBlocks Update: Two full weeks have now passed since Iran fell into digital darkness amid a regime-imposed internet blackout.
NetBlocks Update: Two full weeks have now passed since Iran fell into digital darkness amid a regime-imposed internet blackout.

Rêxistineke cîhanî ya çavdêrîya înternetê dibêje ku du hefte derbas bûne ji dema ku înternet li Îranê ji alîyê rejîmê ve hatiye birîn.

Rêxistina NetBlocks roja Şemîyê ragihand ku ev bûye 336 demjimêr ku welatîyên Îranê ji cîhana derve hatine cihêkirin, ji ber ku înterneta xwecihî sînordar e û tenê kesên ku ji alîyê hikûmetê ve tên erêkirin dikarin xwe bigihînin înternetê.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve li 28'ê Sibatê, piranîya şêweyên peywendîyê, di nav de jî înternet, hatine astengkirin. Karbidestên rejîma Îranê dibêjin wan înternet daye tenê wan kesên ku dengê hikûmetê ne.

Birîna Înternetê û astengkirina alavên peywendîyê li ser welatîyan hergav yekem gava desthilatdarên rejîma Îranê bûye çi li dema xwepêşandanan an jî di rewşên awarte de.

Di dema tepeserkirina xwepêşandanên meha Rêbendanê de, xizmeta înternetê bi tevahî ji ser welatîyên Îranê hatibû birîn. Herwiha, gelek alavên din ên peywendîyê wekî telefon û şandina peyaman bo demeke berçav hatibûn astengkirin.


XS
SM
MD
LG