Tevî ragihandina agirbesteke du hefteyî di navbera Amerîka û Îranê de, rejîma Îranê hîn jî xizmeta Înternetê ji ser welatîyan li seranserê Îranê dibire.
Rêxistina NetBlocks ya çavdêrîya înternetê îro Çarşemê ragihand ku birîna înternetê li Îranê ket roja xwe ya 40'mîn û ev bûye 936 demjimêr ku welatîyên Îranê bi giştî ji cîhana ji derve hatine qutkirin.
NetBlocks diyar kir ku "pîvanên sansurkirinê yên dema şer berdewam dikin û tevî ku Amerîka û Îranê serkeftinê radigihînin, xelkê Îranê hîn di tarîtîyê de ye.
Berdewamîya qutbûna înternetê li Îranê di demekê de tê ku Fatima Mohajeranî, berdevka rejîmê, roja Sêşemê îdîa kir ku rewşa înternetê ya welêt ji ber "mercên şer " bû û niha êdî rewşeke cuda hatiye holê.
Di heman demê de, Mohajeranî got ku "ligel bidawîbûna rewşa şer, pêkan e ku (înternet) vegere rewşa asayî."