Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qutbûna Înternetê li Îranê Berdewam Dike  

Ev bûye bêtirî hefteyekê ku agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de destpê kirîye, lê tevî rawestandina şer, qutbûna înternetê li Îranê hîn berdewam e.

Rêxistina NetBlocks ya çavdêrîya înternetê îro Înê ragihand ku qutbûna înternetê ya li Îranê ketîye roja 49’emîn. Ev yek tê wê wateyê ku ev bûye 1,152 demjimêr ku welatîyên Îranê nikarin dengê xwe bigihînin cîhanê û têkilîya wan bi derve re hatîye birîn.

NetBlocks di postekê de li ser platforma X'ê eşkere kir ku qutbûna înternetê ya niha li Îranê, wekî wê qutbûna meha Rêbendanê ye. Herwiha hat ragihandin ku ji ber qutbûna înternetê, aborîya Îranê rastî ziyaneke pir mezin tê.

Qutbûna înternetê li Îranê, ligel destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de destpê kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG