Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fûad Hûsên Derbarê Êrîşa Hewlêrê Helwesteke Fermî ji Îranê Dixwaze

Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Husên îro roja Duşemê bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re li ser êrîşa dronan a li ser ofîsa taybet ya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, axivî û daxwaza kir ku Îran daxuyaniyek fermî belav bike û helwesta Komara Îslamî ya Îranê li ser êrîşê zelal bike alî û sedemên li pişt wê êrişê diyar bike.

Hûsên tekez kir ku kiryarên bi vî rengî girjîyeke metirsîdar çê dike, ku dê bandorek neyînî li ser ewlehiya Îraqê û aramiya herêmê hebe.

Her wiha Wezîr Fûad Hûsên diyar kir ku êrîşên berê ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi behaneya hebûna partî an aliyên opozîsyona Îranê bi rengî ji rengan rewa dihatin dîtin, lê êrîşa dawî rasterast baregeha serokê hikûmeta herêmê kire armanc, ev yek jî dikare aloziyê zêde bike û aramiya herêmê bixe di metirsîyê de.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Îraqê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî nîgeraniya xwe derbarê êrîşeke wiha de anî ziman û diyar kir ku agahiyên wî nînin ku nîşan bidin êrîşek weha ji xaka Îranê hatiye kirin.

Eraqçî tekez kir ku di bin siya peywendiyên erênî û xurt ên di navbera hikûmeta Îranê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî jî ligel her du partiyên sereke yên herêmê de, tu behane ji bo kiryarên wiha nîne.

Wezîr Eraqçî soz da ku ew ê daxuyaniyek fermî derxînin ku helwesta hikûmeta Îranê li hemberî vê bûyerê diyar bike.

Hêjaî gotinê ye ku Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Elî Zeydî, ferman da ku komîteyek lêkolînê were avakirin da ku çavkanî û sedemên li pişt êrîşan eşkere bike.

Her wiha Zeydî ferman da ku encamên lêkolînê di zûtirîn dem de ji raya giştî re werin ragihandin û hemû şert û mercên êrîşê û aliyên li pişt wê werin eşkerekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG