Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Îraq Hevbîr Bû ku Hêzên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê Bê Çek Bike


Çekdarên Partîya Komala piştî êrîşa Îranê ya nêzî Silêmanî (Îlon 28, 2022)
Çekdarên Partîya Komala piştî êrîşa Îranê ya nêzî Silêmanî (Îlon 28, 2022)

Wezareta Derve ya Îranê îro Duşemê ragihand ku Îran û Îraq li hev kir ku "komên çekdar yên terorîst" li Herêma Kurdistana Îraqê wê werin bê çek kirin û ji wê herêmê werin derxistin.

" Îraqê soz da ku çekdarên cudaxwaz û komên terorîst yên li nav axa wê, berîya 19’ê Îlonê bê çek bike, bingehên wan bigire û wan bişîne cîhên din," Berdevikê wezaretê Nasir Kenanî got.

Lê, wî dîyar nekir ku ku çekdar ber bi ku derê werin şandin û alîyê Îraqê jî ser vêpeymanê heya niha ti daxuyanî nedaye.

Îran demek e dirêje e ku rêvebirîya Herêma Kurdistanê bi mazûvanîya komên çekdar tawanbar dike û dibîje ku ew kom dijî Komara Îslamî êrîşan pêk tînin.

Herwiha, Pasdarên Şoreşa Îranê gelek caran bingehên wan yên li Herêma Kurdistanê bi êrîşên cuda dike armanc.

Hêzên Pasdaran Îlona borî bi mûşek û dronan êrîş biribûn ser bingehên mîlîtanên li Herêma Kurdistana Îraqê û li gor karbidestên Kurd 13 di wan êrîşan de hatibûn kuştin.

Wezareta Derve ya Îraqê ew êrîşên Îranê şermezar kiribûn, lê Tehranê gotibû ku ewê êrîşên xwe yên li nava Herêma Kurdistana Îraqê bidomînin.

XS
SM
MD
LG