Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî: Çekdarên Îraqî Li Ser Daxwaza Îranê Êrîşên Dijî Amerîkayê Kêm Kirin


Îsmaîl Qaanî
Îsmaîl Qaanî

Çend jêderên Îranî û Îraqî ji ajansa Reutersê re got ku seredana fermandarê hêza Quds a Îranê bo Bexdayê bû sedema rawestandina êrîşên ser leşkerên Amerîkî ji alîyê grûpên ser bi Îranê ve li Îraqê, di nîşananekê de ku Tehran dixwaze rê li pevçûneke berfirehtir bigire.

Îsmaîl Qaanî di 29ê Çileyê de bi nûnerên çend komên çekdar re li firokexaneya Bexdayê civiyabû, kêmtir ji 48 demjimêran piştî ku Washington ew kom bi kuştina sê leşkerên Amerîkî li baregeha Tower 22 li Urdunê tawanbar kir, jêderan got.

Qaanî, ku selefê wî çar salan berê bi droneke Amerîkî li nêzîkî heman firokexaneyê hat kuştin, ji grûpan re got ku rijandina xwîna Amerîkî metirsiya bersiveke tund a Amerîkayê derdixe pêş, 10 jêderan got.

Wî got, divê milîs xwe veşêrin, daku ji êrîşên Amerîkî li ser fermandarên wan ên payebilind, wêrankirina jêrxana sereke yan jî tolhildaneke rasterast li dijî Îranê dûr bikevin, jêderan got.

Di demekê de ku alîyek di destpêkê de bi daxwaza Qaanî razî nebû, piraniya yên din qebûl kirin. Roja din, grûpa Ketaib Hizbullah a ku Îran piştgirîya wê dike ragihand ku ew êrîşan radiwestîne.

Ji 4ê Sibatê ve ti êrîş li ser hêzên Amerîkî li Îraq û Sûriyê nehatine kirin, li gorî zêdetirî 20 êrîşan di du hefteyên berî serdana Qaanî de, ku beşek bûn ji zêdebûna tundûtûjiyê ji aliyê komên dijberî şerê Îsraîlê li Gazayê ve.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG