Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemmed Xuzeyr El-Ebadî îro Sêşemê çend projeyên girîng eşkere kirin, ku ew ligel kompanîyên Fransî werin çêkirin. Bexda salek e hewl dide ku girêdana xwe ya bi enerjîya Îranê û Tengava Hormuzê re kêm bike.
Li gor Ajansa Nûçeyan ya Îraqêî (IRN) dibêje ku Wezîr ji kenala Al-Îraqiya re ragihand ku di bernameya wan de pênasekirina çend projeyan heye: pêşxistina zevîyên petrolê yên Ertawî heye daku rojê 210,000 bermîl petrol hilberîne, herwha derxistina gaza 5 qadan bi qasî 600 mîlyon pîyên sêca di rojê de, û di planê de hilberandina 1000 megawatên enerjîya rojê heye.
Kompanîya TotalEnergies di vê demê de li qada Ertawî çalak e.
Di serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya ji bo Washingtonê de ku di meha Tîrmeha îsal de pêkhatbû, peymanên enerjîyê yên bi bihayê 200 mîlyar dolaran îmze kirin.
Zeydî li bajarê Houstonê ligel rêveberê kompanîya ExxonMobilê civîya. Wî daxwaz kir ku ev kompanîya karên xwe di warê enerjîya Îraqê de berfirehtir bike. Armanca sereke ya Îraqê ji vê hevkarîyê ew e ku heta sala 2028’an kirîna enerjîyê ji Îranê bi tevahî rawestîne.
Ji ber ku beriya şer, gaza ku ji Îranê dihat kirîn 30% heta 40%ê elektrîka Îraqê dabîn dikir, niha Îraq plan dike ku heta sala 2029’an şewitandina gaza xwezayî rawestîne. Ev gav ê girêdana welat a bi Îranê re pir kêm bike.
Îraq di rêza duyem de ye di nav mezintirîn hilberînerên OPEC’ê de, lê di heman demê de elektrîk û gaza Îranê jî dikire. Washingtonê ji sala 2018’an ve cezayên li ser Îraqê radike daku Bexda bikaribe elektrîk û gazê ji Îranê bikire.