Hikûmeta Îraqê îro Înê biryar da ku derîyê sînorê Mendelî-Sumarî li parêzgeha Diyalayê ligel Îranê bi awayekî demkî bigire. Raportên medyayê dibêjin ku ev biryar îro Înê jî hatiye cîbicîkirin.
Desteya Derîyên Sînorî ya Îraqê ragihand ku girtina derî ji bo temamkirina pêdivîyên teknîkî, nûjenkirin û ji nû ve serastkirinê ye. Herwiha, şert û mercên nêzîkbûna demsala zivistanê jî yek ji sedeman e. Heta niha dîrokeke diyarkirî ji bo ku careke din derîyê sînorî vebe nehatiye ragihandin.
Îraqê berê jî derîyê sînorê Şîb li parêzgeha Meysanê bi Îranê re girtibû, lê piştî nêzîkî sê hefteyan û nerazîbûna hêzên çekdar ên girêdayî Îranê, ew dîsa vebû.
Ev biryar di demekê de tê ku Wezîrê Derve yê Îraqê, Fûad Husên got ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê daxwaza girtina hemû derîyên sînorî yên Iraqê bi Îranê re kiriye, ji bilî du derîyan, di çarçoveya zêdekirina zextên aborî li ser Tehranê de. Yek ji wan derîyên ku dê vekirî bimînin, li Herêma Kurdistanê ye.
Li alîyê din, rojnameya New York Times li gorî berpirsekî Amerîkî nivîsiye ku hewldanên Washingtonê ji bo sînordarkirina bazirganîya Îranê bi rêyên bejahî bûye sedema dilgiranî û nerazîbûna hin welatên cîran, bi taybet Îraq, Tirkîye û Pakistanê.