Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje "Efsaneya" ku Îsraîl Naşike Hilweşiya


Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Yekşemê got xistina firoka Îsraîlî piştî bumbekirina bingeheka Îranê li Sûriyê, efsaneya ku dibêje Îsraîl naşikê hilweşand.

Axaftinên Zerîf hatin wek bersivdan ji axaftineka serokwezîrê Îsraîlê re.

Zerîf di konferansa Miyûnix a ewlekariyê de got:

“Îsraîl dijminahiyê wek siyaset bikar tîne li dijî welatên hevsînor.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu berî çend demjimêran di heman konferansê de axaftinek pêşkêş kir.

Zerîf, derbarê axaftina Netanyahu de got:

“axaftina hemî hewildanbû ku ji pirsgirêkê bireve.”

Tê zanîn, Îranê roja 10 mehê firokeka şer a Îsraîlê li Sûriyê xist.

XS
SM
MD
LG