Wezareta Berevanîya Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê êrîşên wêrankirina pîşesazîya leşkerî ya rejîma Îranê berdewam dikin.
Artêşa Îsraîlê li ser platforma X'ê got ku hêzên wê yên esmanî bi şevê pêleke din a êrîşan li dijî cihên ku çekên berevanîya esmanî û deryayî hildibirin li derdora Tehranê wêran kirin.
Daxuyanîya artêşa Îsraîlê da zanîn ku "Hêza Esmanî, bi rêberîya sazîya Îstîxbarata Leşkerî (Aman), bi şevê pêleke êrîşan li dijî cihên ku çekên rejîma terorîst a Îranê li herêma Tehranê hildiberînin kirin armanc."
"Di vê pêla êrîşan de, çend cihên ku çekên esmanî û deryayî çêdikin kirine armanc. Herwiha, êrîş li ser wan cihan pêk hatin yên ku ji bo çekdarkirina hêzên girêdayî rejîma terorîst a Îranê li seranserê Rojhilata Navîn tên bikaranîn, di nav de rêxistinên terorîst ên wekî Hemas, Hizbullah û komên din, " artêşa Îsraîlê got.