Artêş Îsraîlê dibêje hêzên asmanî yên welêt di du rojên borî de zêdetirî 400 êrîşên asmanî li dijî binesazîya Îranê pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê got ku wan 650 cureyên teqemenîyê ji bo pêkanîna van êrîşan bikar anîne.
Artêşa Îsraîlê li ser platforma X'ê got ku êrîş bi şev di bin rêberîya îstîxbarata leşkerî ya welêt de pêk hatine.
Li gorî artêşa Îsraîlê, armanca serekî ya van êrîşan zêdekirina ziyanê li ser pîşesaziya berhemdana leşkerî ya rejîma Îranê ye, bi taybetî nêzîkî 15 cihên ku ji bo berhemdan û pêşxistina çekan tên bikaranîn.
Hêzên Berevanîya Îsraîlê diyar kir ku di nav cihên armanckirî de navendeke Wezareta Berevanîya Îranê ye ku ji bo hilberîn û pêşxistina mûşekên pêşketî tê bikaranîn.
Di heman demê de sîstemên berevanîya asmanî, cihên avêtina mûşekan, cihên hilberîn û hilanîna mûşekên balîstîk û mûşekên din ên ku ji bo armanckirina balafiran têne bikar anîn, hatine armanckirin.
Operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê 28'ê Sibatê destpê kirine û heta niha jî berdewam dikin.