Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî spasiya hêzên çekdar ên welêt kir ji bo êrîşa wan ya vê mehê li ser Îsraîlê, û got ku welat hêza xwe nîşan daye û ne xem e ka çend armanc hatine lêdan, ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê roja Yekşemê ragihand.
Di yekem êrîşa xwe ya rasterast de li ser Îsraîlê, Îranê di 13ê Nîsanê de zêdetirî 300 mûşek û dron avêtin Îsraîlê wek tolhildana êrîşa kuştina gumanbar a Îsraîlê li ser avahiya balyozxaneya wê li Şamê di 1ê Nîsanê de.
Piraniya mûşek û dronan ji aliyê Îsraîl û hevpeymanên wê ve hatine xistin û di êrîşê de ziyaneke kêm li Îsraîlê bû.
Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî li Tehranê bi malbata yek ji endamên Supaya Pasdaran re kom bû.
"Çend mûşek hatin avêtin, û çend ji wan gihîştin armanca xwe, ne pirsa sereke ye. Ya ku bi rastî girîng e ew e ku Îranê hêza xwe di wê operasyonê de nîşan da," Xamineyî roja Yekşemê got.
Serê sibeha Înê, teqînan li ser bajarê Esfehanê yê Îranê deng veda û jêderan got ku êrîşeke Îsraîlê ye. Tehran ev bûyer biçûk xist û got ku wê ti planek ji bo tolhildanê tune ye - bersivek ku xuya bû ku ji bo pêşîgirtina şer li seranserê herêmê ye.
"Di operasyona vê dawîyê de, hêzên çekdar karîbûn mesrefan kêm bikin û destkeftan zêde bikin," Xamineyî got, û ji karbidestên serbazî xwest ku "bêrawestan li dû nûjenîyên serbazî bigerin û taktîkên dijmin fêr bibin".
Çavkanî: Reuters