Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Pêleke Nû ya Êrîşên li ser Armancên Cuda li Îranê Encam Dide

Balefira Şer a Îsraîlê
Balefira Şer a Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê li çend deverên Îranê pêleke berfireh a êrîşan li dijî dezgehên berhemdanê yên girêdayî leşker û pasdarên rejîma Îranê pêk anî.

Di daxuyanîyekê de li ser X'ê de, beşê Farisî yê Wezareta Berevanîya Îsraîlê ragihand ku ew encamên êrîşên nû yên ser armancaên leşkerî li Îsfehan û herêmên din diyar dikin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyeke din de got: "Şeva borî, pêlên êrîşan li ser cihên mûşekan li rojava û naverasta Îranê û baregehên li Tehranê pêk hatin."

Daxuyanî dibeje, "Di çarçoveya van êrîşan de, çend baregehên navendî yên rejîma terorîst a Îranê hatin armancgirtin, di nav wan de du baregehên girêdayî rêxistina Îstîxbaratê ya Supaya Pasdarên rejîma Îranê û baregeheke din ya girêdayî Wezareta Îstîxbarata Îranê."

Artêşa Îsraîlê dibêje, di heman demê de depoyên ku ji bo parastin û veşartina çek û pergalên berevanîya esmanî dihatin bikaranîn, bûn armanca êrîşan.

Daxuyanî dide zanîn ku ev êrîş beşek bûn ji armanca berfirehkirina serdestîya esmasnî ya bi ser qada esmanî ya Îranê de.

"Bi şevê, hêza me ya esmanî li zêdetirî 50 armanc li rojava û naverasta Îranê xistine, di nav de cihên ku ji bo avêtin û hildana mûşekên balîstîk dihatin bikaranîn, hene," artêşa Îsraîlê got.

XS
SM
MD
LG