Breaking News

Îran ji 'IAEA' Dixwaze ku Piştevaniyê li Tehranê Bike

Balyozê Îranê bo Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) daxwazê li wê rêkxistiyê kiriye ku bête berevaniya wî welatî li dijberî sizayên ji aliyê Civata Tenahî ya Neteweyên Yêkgirtî ve.

Ajansa deng û basên Îranê, ISNA, roja Çarşembiyê ji Alî Asxer Soltaniye vegohastiye ku dibêjit, pêdiviye Ajansa Enerjiya Atomî ya Neteweyên Yêkgirtî bizanit ku Îranê hevkariya wê kiriye bo hindê niyazbaşiya xwe û zelal bûnê nîşan bidet.

Îran di jêr çar gerên sizayên Neteweyên Yêkgirtê de ye li ber programa xwe ya Navokî, ya ku gelek li civaka navneteweyî goman dikin ew bi merema çêkirina çeka Navokî bit. Tehran wan tometbariyan red diket.



XS
SM
MD
LG