Li gorî ajanseke nûçeyan ya herêmî roja Şemiyê desthilatdarên Îranê du jinên ciwan girtin, piştî ku vîdyoya wan belav bû ku tê de nîşan dide ew li cihekî giştî ji bo pîrozkirina sersala nû ya farisî semayê dikin (direqisin).
Di çend rojên borî de vîdyoya reqsê ya du jinên ciwan li nêzîkî Meydana "Tecrîş"ê li bakurê Tehranê, ku bazareke qelebalixe, di mediya civakî de bi şêweke berfireh belav bû.
Ajansa “Tasnîm” ya Îranî ragihand ku, "Dozgerê giştî yê Tehranê fermana girtina du jinên ku bi reqsa Tecrîşê yasayên civakî binpê kirine, da".
Du jinên ciwan di vîdeoyê de bi cil û bergên sor yên "Hecî Feyrûz", ku karakterekî navdare di nav Îraniyan de bi taybet di dawiya salê de, ku gelek ji wan cilên wî li xwe dikin û li cade, kolan û meydanan direqisin û stranan heta di nava qelabalixê de dibêjin.
Îranî di 20ê Adara îsal de cejna Newrozê ango sersala nû li gor salnameya Hicrî pîroz dikin.
Qanûnên li Îranê reqsa têkel an jî reqsa jinan ya bi tena serê xwe li cihên giştî qedexe dike.
Li Îranê vê dawiyê tomarên vîdyoyên jinan ku li cihên giştî semayê dikin, bi taybetî li stasyonên metroyan, belav dibin, piştî pêla xwenîşandanên welat di dawiya sala 2022an de, piştî mirina jina ciwan ya kurd Jîna Emînî, piştî ku ji aliyê polîsê exlaqî ve hat girtin, ji ber ku guh nedaye rênimayên dewletê yên taybet bi cilûbergan ve, Jina Emînî di dema dibin çavan de bû, jiyana xwe ji dest dabû.
Jêder: AFP