Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Êrîşên Îranê li ser Îmaratên Erebî û Urdinê Şermezar Dike

Egypt -  Flag - Flags - Mideast Israel Palestinians
Egypt - Flag - Flags - Mideast Israel Palestinians

Misirê, îro Duşemê, bi tundî dubarekirina êrîşên Îranê li ser Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Urdunê, şermezar kir. Qahîrê nîgeraniya xwe diyar kir derbarê metirsîyên berdewamiya van êrîşan yên weke hovane bi nav kirin.

Di daxuyaniyeke fermî de ku ji aliyê Wezareta Derve hatiyr weşandin, dide zaîn ku Misirê piştevaniya xwe ya tam û xurt ji bo Îmaratê û Urdinê dubare kir.

Qahîrê tekezî li ser pêwîstiya herî mezin a rêzgirtina serweriya dewletan û parastina axa wan kir. Her wiha tekezî li ser parastina ewlehî deryayî û misogerkirina azadiya tevgera keştiyan li korîdor û tengavên avî yên giring kir.

Hikûmeta Misirê her wiha hişyar da ji encamên giran û metirsîdar ên berdewamiya aloziyên meydanî û leşkerî li ser sîstema ewlehî û aramiya herêmî û cîhanê.

Misirê tekezî li ser girîngiya rawestandina lezgîn a hemû êrîşan kir û daxwaza kêmkirina asta alozî û girjiyên heyî kir. Dîsan banga lezgîn li aliyên peywendîdar kir ku vegerin ser maseya danûstandinan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG