Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewrupî Wezîrê Derve yê Îranê Vexwendî Broksilê Dike


 Josep Borrell
Josep Borrell

Yekîtiya Ewrupî îro Yekşemê di daxuyaniyekê de got berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrupî Josep Borrell di axaftina xwe ya li gel wezîrê derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf de, banga kêmkirina girjiyan li Rojhilata Navîn kir.

Banga Borrell tê çend rojan piştî kuştina komandarê Îranî Qasim Sulêmanî ji aliyê Amerîka ve.

Borrell got, divê Îran bi baldarî her riyaksyonekê bide ber çavan.

Wî Mihemed Jewad Zerîf vexwendî Broksilê kir da ku rewşa Rojhilata Navîn û parastina rêkeftina navokî ya li gel Îranê bi wî re gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG