Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behreyn Dibêje Wan Êrîşa 95 Mûşek û 164 Dronan Têkbirîye

Maname a Behreyn dûman ji esmanî bilind dibe
Maname a Behreyn dûman ji esmanî bilind dibe

Fermandarîya Giştî ya Hêzên Behreynê roja Yekşemê ragihand ku sîstema wan ya berevanîya esmanî çalake û li hember "pêlên êrîşên terorîst ên Îranê yên li pey hev re rû bi rû dimîne. Ji destpêka wan êrîşên hovane, 95 mûşek û 164 dronên ku dewleta Behreynê aramanc digirin hatine têkbirin."

"Em şanaz in ku hêzên me yên berevanîya esmanî bi hemû amadekarîyên xwe yên pêşkeftî û di asta bilind de û bi domdarî welatê Behreyn û padîşahîyê diparêzin. Karê bi rûmet yê yekîneyên leşkerê Behreyn dilniyabûn û bawerîyek bêdawî dide ku esmanên welat bi hîmeta wan û ji kerema xwedê têne parastin," Fermandarîya Hêzên Behreyn got.

Fermandarîya Hêzên Behreyn bang li welatîyan dike ku dernekevin û di malên xwe de bimînin û berê wan li her çalakîyeke gumanbar be û ji ciyên ku tên aramnc girtin dûr kevin.

Fermandarîya Giştî diyar kir ku "bikaranîna mûşekên balîstîk û dronan ji bo aramncgirtina binesazîya sivîl, mal û milkên taybet binpêkirinek eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymana Netewên Yekbûyî ye, û ev êrîşên bêserûber û hovane gefek rasterast li ser aştî û ewlehiya herêmî çê dikin."

Ji destpêka operasyûna hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê ku kete hefteya xwe ya duyan, Îran bi domdarî êrîşên mûşek û dronan li ser welatên kendavê, Îsraîl, Îraq û welatên din pêk tîne.

XS
SM
MD
LG