Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eraqçî û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî ser Danûstandinên Amerîka û Îranê Axivîn

Alayên Amerîka, Erebistana Siûdî û Îranê
Alayên Amerîka, Erebistana Siûdî û Îranê

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan roja Duşemê cara duyemîn di 24 demjimêrên borî de bi telefonê axivîn da ku pêşketinên dawî yên rewşa dîplomatîk a bi navbeynkariya Pakistanê di navbera Tehran û Washingtonê de gotûbêj bikin.

Wezareta Derve ya Erebistanan Siûdî, di hesaba xwe ya X'ê de peyamek ser têkiliya telefonî ya Feysel û Eraqçî weşand û behsa rewşa danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, herdu alîyan li ser pêvajoya dîplomatîk a heyî ya di navbera Îran û Amerîkayê de nerînên xwe parve kirin. Lê behsa ti hûrgilîyên din li ser naveroka gotûbêjan nehat kirin.

Erebistana Siûdî êrîşên Îranê yên bi dronên li dijî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Qeter û Kuweytê di rojên dawî de şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku Riyad êrîş bi tundî şermezar kirin û piştgirî da hemî hewldanên welatên Kendavê ji bo parastina ewlehî û aramîyê.

Erebistana Siûdî her wiha daxwaza rawestandina bi tevahî ya êrîşên li ser herêmên Kendavê û her hewldanek ji bo girtina Tengava Hormuzê an jî girtina rêyên keştîvanîyê yên navneteweyî kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG