Alîkarê Şanderê taybet yê Amerîka yê jibo Îranê Abram Paley jiber biryardana cezayê sêdaredana 4 girtîyên sîyasî yên Kurd rêvebirîya Îranê şermezar kir.
"Komara Îslamî ya Îranê bi îtirafên bi darê zorê û dadgehkirinên neadil jibo bêdegkirina dengê opozîsyonê berdewam e. "Em cezayê sêdaredanê yên jibo 4 girtîyên sîyasî yên Kurd Wafa Azarbar, Mihemed (Hejîr) Feramerzî, Peymjman Fatihî û Muhsin Mazlum şermezar dikin."
" Paley, li ser platforma X 'ê got.
Wî ji Îranê xwest ku hemû girtîyên sîyasî yên ku bi neheqî hatine girtin, berde û dawî li zilm û zordarîya li ser gelê wî welatî bîne.
Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, jîyana Fetahî, Mazlûm, Feramerzî û Azarbar ku cezayê darvekirinê ji alîyê Dadgeha Bilind ve hatîye erêkirin, di metirsîyê de ye.
Ew 4 girtîyên sîyasî endamên Komîteya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ne, di Tîrmeha sala 2022’an de li gundekî bajarê Urmîyê hatibûn girtin û du meh berê bi tohmeta "şerkarî" û “sîxurîya jibo Îsraîlê” hatibûn darizandin.
Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku jiber girjîya navbera Îranê û Îsraîlê zêde dibin, bi wê zedebûna nakokîyan, metirsîya li ser girtîyên sîyasî jî zêde dibe, tirseke cidî heye ku desthilata Tehranê wan weke propagandeya sîyasî di nava welat û derveyî welat de bi kar bîne.