Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Rikeberên Îranê: Pasdar Hatine Kampên Me Û Xwestine Em Xwe Radestî Îranê Bikin


Kampa Zirgwêz
Kampa Zirgwêz

Çend jêderên haydar yên partiyên kurd yên rikeberên Îranê radigihînin ku hêzek li ser navê şanda hevbeş ya Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye kampên wan yên Zirgwêz û Koyê, lê paşî xweya bûye ku ew hêz girêdayî Pasdarên Îranê ye.

Wan jêderan gotîye, fermandarê sopayê pasdaran "daxwaz ji endmaên me kirîye" ku xwe radestî rejîma Îranê bikin û ji xwecihên kampê re gotine "ti tiştek bi navê şoreş nemaye."

Derbarê bûyerê berpirsekî Komela Zehmetkêşan dibêje, her çende ew rewşa Herêma Kurdistanê di berçavan re derbas dikin lê "Em nîgeran in ji vê kiryarê, ev sivkatîkirine bi xwîna şehîdan."

Piştî peymana ewlekariyê ya di navbera Îraq û Îranê de derbarê bêçekkirina hêzên kurdî yên opozisyona Îranê hat îmzakirin, çend caran şandên Îraqî bo piştrastbûna ji çekdanînê hatine kampan lê li gor axiftinên çend çavkaniyan, serdana vê carê ya (Roja çarşema borî, 18ê Cotmehê 2023ê) ji carên berê cudatir bû, ew weha dibînin ku yek ji endamên şandê fermandarekî hêzên sopaya pasdarên Îranê be.

Jêderekê ji Partiyên Kurdên Îranê ku nav û deng li cem Dengê Amerîka parastîye dibêje "Sê roj berê hin kes bi navê şandeke Îraqî serdana kampa me ya Zirgwêz kir, lê me dizanî ku ew fermandeyên sopaya Qudsê bûn, yan Qerargeha Remezan, ku serdana bingehên partiyên Rojhilat Hizba Demokrat û hersê Komeleyan kirine, zêdetir bi Tirkî axiftin dikir, Tirkîya Azerbaycanî."

Berdevkê Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê Selam Ebdulxaliq ji Dengê Amerîka re got: "Serdan ji şandeke hevbeş ya Komîteya Ewlekariya Îraqî û Saziya Asayîşa Herêmê ve pêkhatbû ." Bêyî ku tiştekî zêdetir bêje.

Dengê Amerîka derbarê bûyerê têkilî bi Emced Husên Penahî re danî, ku yek ji berpirsên Komela Zehmetkêşan e û berpirsê têkilyan bi Hewlêrê re ye got: “Em ji ber vê yekê xemgîn in, kampên me sivîl in û jin û zarok di wan kampan de hene."

Herwiha dibêje "Me daxwaz ji YNKê û PDkê kirîye ku bi Netewên Yekgirtî re bikevin di têkiliyê de, da ku UN kampan biparêze û ew çavdêriyê bike ne fermandarên pasdarên Îranê werin nava kampan."

Raporta Snur Kerîm

Raporta Sinur Kerîm_Silêmanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:33 0:00
XS
SM
MD
LG