Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Nezîf Qadirî: Pênc Partîyên Kurdên Îranê Hevpeymanîyek Pêkanî

Hevpeymanîya Pasrtiyên Kurdên Îranê
Hevpeymanîya Pasrtiyên Kurdên Îranê

Mihemed Nazîf Qadirî, Endamê Desteya Rêveber a Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) û Berpirsê Desteya PDKI di hevpeymanîyê de gote Dengê Amerîka, " îro Yekşemê bi şêweke fermî 5 layenên siyasî û partîyên xebatgêr yên Kurdistana Îranê hevpeymanîyek îmze kir."

"Armancên sereke yên hevpeymanîyê, rûxandina rejîma Komara Îslamî ya Îranê, avakirina nîzamek demokrat, xebat ji bo bidestveanîna maf û çarenivîsa gelê kurd li Kurdistana Îranê," Qadirî got.

Nûnerê PDKI got "Piştî bi temamî armanc û sedemên vê hevpeymanîyê di nava alîyên beşdar de hat kirin, ku di çarçoveya ji bo hevpeymanîyê hatbû destnîşankirin ji alîyê berpirsên yekê yên alîyên beşdar ve hevpeymanî hat îmzekirin."

Qadirî da zanîn ku hevpeymanî dê hevxebat be ligel alî û hizbên siyasî yên din li Kurdistana û Îranê, hewildane bû xurtikitina xebatê li nava Kurdistanê û xebata cemawerî û medenî û rêxistinî xurtir bike û nasîna tevgerê zêdetir li Kurdistanê û herêmê û cîhanê bide nasîn, û piştevanî li xebata tevgerên kurd li beşên din yên Kurdistanê bike."

Qadirî got jî ku hevpeymanî dê têkiliyan ser bingeha yeksanîya hawilatî û wekhevîya mafan bi hêzên din yên opozisyona Îranê re bikevin di nav têkilî û diyalogê de.

Alîyên ku roja Yekşemê 22 Sibatê 2026an hevpeymanî îmze kirin ev in:"Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI), Partîya Jiyana Azad (PJAK), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazûmana Têkoşîna Kurdistana Îranê ne."

Ev hevpeymanî di demekê de pêktê ku niha Amerîka bi Komara Îslamî ya Îranê re di nava girjîyan de ye, du gerên diyalogê bi Komara Îslamî ya Îranê re hatine kirin, û li alîyek din Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li herêmê bihêz dike û ji derveyî diyaloga bi Îranê re behsa bijardeyên din jî dike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG