Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymanan 5 Dronên Bombekirî li Esmanê Hewlêrê Xistin Xwar

Bajarê Hewlêr, Kurdistanan Îraqê di dema êrîşa dronî de.
Bajarê Hewlêr, Kurdistanan Îraqê di dema êrîşa dronî de.

Dengê teqîn û bombeyan îro Înê li Hewlêrê li nêzîkî firîngeha navnetewî ku bingeheke leşkerên Amerîkî û hevpeymanan li wê derê heye, hatiye bihîstin.

Dezgeha Dijî-terorê ya Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand ku 5 dronên bombebarkirî li esmanê Hewlêrê ji alîyê hêzên Hevpeymanan ve hatine xistin.

Dijî-terora Kurdistanê got: "Di navbera demjimêr 9:32-9:45an de , hêzên hevpeymanan 5 dronên bombekirî xistin xwar."

Dijîterora Kurdistanê destnîşan kir ku ew dron ji rojavayê parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin.

Herwiha hat ragihandin ku di xistina dronan de ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî rojnamevanekî Associated Press (AP), herî kêm heft teqîn hatine bihîstin û agir li nêzîkî baregeheke leşkerî ya ku hêzên Amerîkî lê dimînin hat dît.

This item is part of
XS
SM
MD
LG