Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran 2 Deriyên Sinorî Yên Hevpar Ligel Herêma Kurdistanê Vedike


Deriyê Sinor yê Perwêzxan

Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemê biryar da herdu deriyên sinor yên Hajî Omera û Perwêzxan veke, yên ku hevsînorin ligel Herêma Kurdistana Îraqê, piştî ku, ji encama Referanduma Herêma Kurdistana Îraqê hatbûn daxistin.

Ajansa Reuters li gûr ajansa Xwendekarên Îranê ya Nûçeyan ragihand ku, deriyên sînor yên li parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê di hevsinorin ligel Îranê hatin vekirin, derbarê vê pirsê Konsulxana Îranê li bajarê Hewlêr got "Roja Sêşemê herdu deriyên Sinor yê Hajî Omeran li parêzgeha Hewlêr û Perwêzxan li ser sînorê Silêmaniyê dê bên vekirin piştî berî demekî bi biryara hikûmeta Îraqê û bi daxwaznamek fermî hat bûn girtin".

Nûçegihanê Dengê Amerîka "Dilşad Enwer" serê sibeya Sêşemê li ber deriyê sînor yê Perwêzxan piştrast kir ku derî hatiye vekirin û dîmenên vidoyan ji wir kişandin.

Îran Deriyê Sinorî Yê Perwêzxan Vekir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG