Dezgeha Têkoşîna li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê îro roja Duşemê ragihand ku du dronên xwekuj ji cureyê "Hedîd-110" ku ji nava Îranê hatibûn avêtin, demjimêr 12:28 ê şevê, ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihê mayîna serokê dezgeha "Parastinê" kirin armanc, bêyî ziyanên canî hebin.
Mesrûr Barzanî li ser platforma X’ê daxuyaniyek da û pişt rast kir ku Îranê êriş kiriye ser ofîsa wî û cihê mayîna serokê ajansa Parastinê.
Wê got, piştî lêkolîn û lêpirsînan derket holê ku êrîş ji alîyê Îranê ve pêkhatîye.
Barzanî ev êrîşên Îranê bi tundî şermezar kirin, û tekez kir ku ev yek pêşveçûneke metirsîdare û gefe li ser ewlehî û aramiya herêmê. Herdu cih ku di êrîşan de hatbûn aramnc girtin, li havîngeha Pirmam ya nêzîkî Hewlêrê ne.
Herêma Kurdistana Îraqê gelek caran rastî êrişên bi dron û mûşekan hatiye. li gor raportên herêmê ji dema destpêkirina pevçûn û girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de, nêzî hizar êrîş li herêma Kurdistnê pêkhatine.
Di êrîşan de baregayên berpirsên siyasî, zeviyên petrol û gazê û baregayên partîyên kurd yên opozisyona rejîma Tehranê hatine armancgirtin.
Rayedarên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, Îranê û komên çekdar ên bi alîgiriya Îranê bi wan êrîşan tawanbar dikin.