Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hangaw: Îranê bi Dehan Mamoste û Xwendekar Ceza Kirine

Rêxistina mafên mirovan a Hengawê bi boneya destpêkirina sala nû ya xwendinê hejmara girtin û cezakirina xwendekaran ji payîza borî ve weşand.

Li gor raporta Hangawê, Îranê 59 mamoste û 315 xwendekarên li jêr temenê 18 salî girtine.

Hate ragihandin ku 88 ji wan zarokan Kurd in ku ev jî nêzîkî 28 % ji girtîyan pêk tîne. Li gor çavkanîyan, hejmara Kurdan dora 15% ji tevahîya hejmara welatîyên Îranê ye.

Hengawê ragihand ku herî kêm heşt ji wan zarokan ji alîyê navenda dadwerîya Îranê ve hatine cezakirin.

Ev hejmar di demekê de tên eşkerekirin ku piranîya welatên cîhanê bang li Îranê dikin ku rêzê li mafên mirovan bigire. Lê çavdêr dibêjin ku piştî şerê Amerîka û Îsraîlê, rewşa mafên mirovan li Îranê ketiye qonaxek metirsîdar.

This item is part of
XS
SM
MD
LG