Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Kurdên Îranê Daxuyanîya Kongreya Azadîya Îranê Red Dikin

IRAQ-IRAN-KURDS-CONFLICT
IRAQ-IRAN-KURDS-CONFLICT

Du Partîyên Kurdên Îranê îro Yekşemê daxuyanîya “Kongresa Azadîya Îranê” li ser şerê Îranê red kir û got ku ew piştgirîya helwest û ramanên ku di wê daxuyanîyê de hatine dîyarkirin, nakin.

“Kongreya Azadîya Îranê” doh Şemîyê di daxuyanîyekê de, daxwaza dawîanîna demûdest şer kir û “hem desthilatdarîya Komara Îslamî” û hem jî “destwerdana leşkerî ya biyanî red kir.”

Wê siyasetên herêmî û navneteweyî yên Tehranê tawanbar kir ku "Îranê dixe nav pevçûnan, lê hevdem çalakîyên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê jî" şermezar kir.

Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKI) û Partîya Komele ya Kurdistana Îranê ev daxuyanîyên cuda îro Yekşemê li ser paltformên ragihandinê weşandin.

PDKI dîyar kir ku jiber ew di dezgehên rêvebirîyê yên Kongresê cîh nagrê de, ew beşdarî nivîsandin yan pejirandina daxuyanîyê nebûye.

“Naveroka daxuyanîyê, nûnertîya helwesta fermî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê nake û ti têkilîyek wê ya bi Partîyê re tuneye,” PDKI got.

PDKI bal kişand ku helwestên siyesetên PDKI tenê bi rêya sazî û kanalên medyayî yên fermî yên Partîyê têne ragihandin.

Partîya Komele ya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê jî ragihand ku ev piştgirîya daxuyanîya Kongreyê nake û bi bîr xist ku “biryar bû Kongre wek rexistinek sîwan ji dîyarkirina helwestên siyasî yên taybet dûr bisekine jiber ku komên beşdar xwedî nerînên cuda ne.”

“Li ser vê bingehê, em, wek Partîya Komele ya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, piştgirîyê nadin helwestên ku di daxuyanîya dawî ya vê kongreyê de hatine dayîn,” Komele li ser X’ê got.

Wê got ku armanca ji Kongreyê avakirina platformekî bû jibo hevkarî û piştvanîya di navbera hêzên opozîsyona Komara Îslamî de.

“Nêrînên me û helwestên me yên li ser vê mijarê heta niha bi rengekî pir zelal û eşkere ji hêla sazîyên fermî yên partîyê ve hatine ragihandin,” Komele got.

Rivar Abdanan, berdevikê Partîya Jiyana Azad ya Kurdistanê, (PJAK) ragihand ku beşdarbûna partîya wî ya di “Kongreya Azadîya Îranê” de nayê wê wateyê ku ew bi hemî siyaset yan daxuyanîyên wê dipejirînîn yan hevbîr in.

Abdanan li ser X'ê got ku PJAK bi “Kongreyê re li ser armancên hevpar, di nav de jî bidawîanîna desthilatdarîya Komara Îslamî û avakirina komareke demokratîk ya nenavendî, hevkarîyê dike, hevdem stratejîya xwe ya jibo rêveberîya xweser ya Kurdan û xweparastina rewa diparêze.”

"Kongreya Azadîyê ne dikare bibe dengê şerxwazîyê û ne jî dijî dîktatorîya Komara Îslamî bêçalak bimîne. Divê Kongreya Azadîyê dengê sêyemîn be, dengê gelê Îranê û kesên ku li demokrasîyê digerin," Abdanan got.

Li gor belgeyên damezrandinê, Kongresa Azadîya Îranê platformek sîwanî ye ku komên opozîsyona Îranê yên xwedî nêrînên siyasî yên cuda tîne cem hev da ku hevkarî û piştgirîya di navbera van koman de pêş bixe.

Lê bi vê daxuyanîyê nakokîyeke eşkere bûye ku ka gelo Kongre karê û divê ser navê hemû endaman daxuyanîyên siyasî yên yekgirtî bide yan na.

This item is part of
XS
SM
MD
LG