Partîyên Kurdên Îranê dibêjin ku di vê qonaxê de Kurd wê bi hev re biryarên siyasî û leşkerî bidin û mijûl in ku amadekarîya helwestekê bikin wekî bersiva vê qonaxê.
Endamê payebilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mihemed Qadirî, ji Dengê Amerîka re got: "Hevpeymanîya siyasî ya partiyên Kurdî li Rojhilat amadekarîya vê qonaxa nû dike bi biryarên siyasî yên aqilane yên girêdayî çarenivîsa netewî û niştimanî."
Wî diyar kir ku beşekî mezin ji hêzên girêdayî partiyên ku beşek ji "Hevpeymanîya Siyasî ya Rojhilat, dema pêwîst be erkên xwe pêk tînin, li vê dema ku Pêşmerge û kadroyên ji derveyê Rojhilat, bi taybetî yên li Herêma Kurdistanê, rewşa herêmê dinirxînin."
Qadirî got: "Îran berpirsiyarê rewşa ku hatiye holê, ji ber vê yekê emê li kêleka gelê xwe bin."
Roja Şemîyê Amerîka û Îsraîlê êrîşek li dijî rejîma Îranê dan destpêkirin, wek bersivana Îranê jî êrîş li ser çend welatên Ereb û bajarê Hewlêrê pêk anîn, lê piranîya êrîşên wê hatin pûçkirin.
Serkirdeyê Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistana Îranê, Nevîd Mehravar, ji Dengê Amerîka re got: "Hewldan hene ku bi hev re li dijî dagirkerên Îranê rû bi rû bimînin, bi taybetî piştî ku şer destpê kir û siberoja rejîma Îranê têk çû."
Wî got: "Divê siberoja Îranê demokratîk be û divê faşîst di wê de rola xwe negirin da ku em bi hev re bigihêjin daxwazên Kurdan."
Di demên borî de bingeh û navendên partiyên Kurd li Herêma Kurdistanê rastî gelek êrîşên rejîma Îranê hatin, ji ber vê yekê ev alî niha xwe ji her egerekê re amade dikin.
Endamê Desteya Rêveber a Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Fehîm Gulan, ji Dengê Amerîka re got: "Îran bi her awayî zilmê li mirovan dike, ji ber vê yekê xelk neçar dimînin ku rû bi rû bin, bi taybetî hemû cîhan di bin gefa rejîma Îranê de ye."
"Hêzên me di kûrahîya Îranê de hene û em li ser sînor jî amade ne, ji ber ku rewş dê di rojên pêş de zelaltir bibe," wî got.
Serok Donald Trump sibeha Şemîyê "operasyoneke berfireh a şer" li dijî rejîma Îranê ragihand û bang li gelê Îranê kir ku "kontrola hikûmeta xwe bigirin."
Trump got: "Ev 47 sal in rejîma Îranê hember Amerîkayê dirûşmên mirinê dike û kempeyneke bêhempa ya xwînrijandin û kuştina bi komî dimeşîne ku Amerîka, leşkerên me û mirovên bêguneh li gelek welatan armanc digire."