Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer û Pevçûn li Çend Bajarên Rojhilatê Kurdistanê Berdewam Dikin

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) dibêje ku şeş ji Pêşmergeyên wê di pevçûneke çekdarî de ligel hêzên Pasdarên Îranê li Pîranşarê giyanê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji aliyê Navenda Rêxistinên Veşartî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve hatiye dayîn, pevçûn şeva Çarşemê li gundê Qizqepan, ku nêzîkî sê kîlometreyan ji Pîranşarê dûr e, qewimîne.

Partî dibêje ku komeke Pêşmergeyan ku ji bo "karekê siyasî û rêxistinî" li herêmê bûn, ji aliyê hêzeke mezin a Pasdarên Şoreşê ve rastî kemînê hatine.

Partiya Demokrat navên kêsên canê xwe ji dest dane weha binav dike; Karo Hormzyarî, Ferdîn Cengizî, Mihemed Xakî, Ebdullah Mihemedpûr, Twana Osmanî û Mihemed Emîn Bayezîdî.

Di pêşketineke din de li Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat roja Pêncşemê got ku "Pasdarên Şoreşê yên terorîst" êrîşeke bi droneyan li ser çepereke partiyê li Çiyayê Balîsan, li bakurê bajarê Koyê, pêk anîne. Partiya Demokrat ti hûrgiliyên zirarê neda, lê got ku rejîma Îranê ji dema destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê ve zêdetirî 140 êrîşên bi mûşek û dronan li ser bingehên xwe pêk aniye.

Di heman demê de, hin rapor dibêjin ku şeva Çarşemê li derdora Pîranşar û Serdeştê pevçûnên çekdarî di navbera komên çekdar ên li dijî hêzên Komara Îslamî û Pasdarên Şoreşê de qewimîne.

Ev bûyer piştî wê yekê tên ku medyaya Îranê roja Çarşemê ragihand ku du endamên Pasdarên Şoreşê şeva Duşemê li Paweyê hatine kuştin.

Di heman demê de, PJAKê got ku çar endamên rêxistinê di pevçûnekê de bi Pasdarên Şoreşê recanê xwe ji dest dane.

Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên ewlehiyê yên Îranê şeva Çarşemê li Mehabadê êrîşî komek ciwanan kirin. Di encamê de welatiyek bi navê Siyawaş Elek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyan, piştî bûyerê rewşa li Mehabadê aloz bûye û polîs û hêzên ewlehiyê li bajêr hatine bicihkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG