Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Kuştina 30 Çedaran Ragihand û PJAK Wê Ragehandinê Red Dike


Hêza Pasdarên Îranê ragihand ku wan ew kesên serekî ji militanan kuştin, yên berpisiyar biramberî peqîna Mehabadê li demê rêveçûneka leşkerî, ku 12 kes hatbûn kuştin.

Komandarê hêza Pasdaran Abul-Rehman Mehmûd Abadî dibêjît hêzêt wî 30 endamêt bergoman ji wê komelê kuştîne ya berpisyar biramberî peqandina heftîya bûrî.

Roja Yêkşembî Komandarê Pasdaran li ser televizyona ser bi dewletê got hêzêt wî li du an pitir bergomanan digerên yêt ku şîyabûn ji hêrişa Pasdaran derbaz bibin nêzîkî sinorê Iraqê. Belê wî navê wê komelê negot ku dibêjin ew berpirsiyar in biramberî hêrişa Mehabadê.

Belê di hevpeyvînekê de ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka roja Duşembî, peyvdarekê PJAK ê got ku çi şer û pevçûn li nêvbera hêzên Îranî û serhildayan nehatîne kirin. Peyvdarê got Îranê bitinê çar gundên sinorî topbaran kirîne.



XS
SM
MD
LG