Tevî ragihandina agirbesteke du hefteyî di navbera Amerîka û Îranê de, îro Înê li Kuweytê êrîşên dronan ên Îranê hatin tomarkirin.
Berdevkê Wezareta Berevanîya Kuweytê Siûd Ebdilezîz el Etwan ragihand ku berevanîya asmanî ya Kuweytê îro Înê heft dron ku ji alîyê Îranê ve hatine avêtin pûç kirin.
Wezaretê ragihand ku di encama van êrîşên Îranê de li ser bingehên Hêzên Berevanîya Niştimanî, hejmareke endamên wan birîndar bûne. Herwiha, êrîşan ziyaneke madî ya mezin li dû xwe hişt.
Wezareta Berevanîya Kuweytê diyar ku ji destpêka şer ve, rejîma Îranê 852 dron, 354 mûşekên balîstîk û 15 mûşekên krûz avêtine ser Kuweytê.